Sedemên kêmbûna dolarên Amerîkî yên li Îraqê çi ne?
Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî du dehekan e darayiya Îraqê bi Amerîkayê ve girêdayî ye. Hemû dan û standinên Îraqê yên ku pêwîstiya wan bi dolaran heye, divê bi rêya Banka Federal a Yedek a New Yorkê (FRBNY) werin kirin.
Dahata mehane ya petrola Îraqê rasterast diçe wê bankê. Piraniya yedekên diravê biyanî yê Îraqê hem bi şêweyê kaş û hem jî bi şêweyê senedên darayî li cem wê bankê ne.
Ji ber vê yekê Îraq li hemberî biryarên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê (OFAC) gelekî bêdesthilat e. Mijara neşandina dolarên kaş a îsal bi balafirê ji bo Îraqê rast e.
Çimkî dolarên kaş ên Banka Navendî ya Îraqê di 3 mehên destpêka îsal de bi qasî 478 milyon dolarî kêm bûne.
Li gorî amarên Banka Navendî ya Îraqê, di 3 mehên ewil ên îsal de diravê biyanî yê Îraqê (piraniya wê dolar e) ji 1,18 milyar dolarî daketiye 693 milyon dolarî.
Wate dolarê kaş bi qasî 478 milyon dolarî kêm bûye. Ev jî wekhev e bi wê qebareya ku 3 mehan carekê ji Amerîkayê bi balafirê ji Îraqê re tê şandin.
Ev yek nîşan dide ku îsal heta 19ê Nîsanê dolarê kaş nehatiye. Tevî ku Banka Navendî ya Îraqê 2 caran daxwaz kiriye jî ev pere nehatiye.
Yedekên dolaran û dahata petrola Îraqê li cem Banka Federal a Yedek a New Yorkê (FRBNY) ne.
Ew bank wekî parêzer û banka navbeynkar ji bo Banka Navendî ya Îraqê (CBI) dixebite. Dahatên hinardekirina petrolê (bi dolaran) li FRBNYyê tên danîn.
Îraq divê FRBNYyê wekî navenda paqijkirinê ji bo hemû dan û standinên xwe yên bi dolaran bi kar bîne. Di nav van de hawirdekirin, dayîna deynan û xerciyên hikûmeta Îraqê hene.
Di rastiyê de, di van salên dawî de sedemên bingehîn ên kêmbûna dolarên kaş ên Banka Navendî ya Îraqê çi qas navxwe bin, ew qas jî bi Amerîkayê ve girêdayî ne.
Ji ber vê yekê ji 5 sedemên sereke, 2 sedem ji Amerîkayê bûne û pêwendiya wan bi rêkarên Banka Federal a Yedek a Amerîkayê re hebûye.
Piştbestina Îraqê ya bi Banka Federal a Yedek a New Yorkê ve girêdayî nûkirina wê biryarê ye ku dolarên ji petrola Îraqê bi dest dikevin divê biçin Amerîkayê.
Çimkî tevî rakirina wê çavdêriya Benda Heftem a li ser Îraqê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve sala 2011ê, di du dehekên borî de hemû serokên Amerîkayê ew biryar nû kiriye.
Bi vî awayî Îraq ji aliyê darayî ve bi Amerîkayê ve hatiye girêdan.
Mekanîzmaya vegera dolaran a ji banka Amerîkayê ji bo Îraqê
Mekanîzmaya vegera dolarên Amerîkî ji Banka Federal a Yedek a New Yorkê ji bo Banka Navendî ya Îraqê bi du awayan e.
Yekem: Kompanyaya Belavkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) petrolê difiroşe û kiryar bi dolaran pereyan didin Banka Federal a Yedek a New Yorkê.
Pişt re ev pere diçe ser hesabê bankê yê Wezareta Darayiyê ya Îraqê ya bi navê ORRAyê.
Dûv re ew pereyê ku bi dest ketiye tê xistin ser hesabê bankê yê Iraq2yê ku ji aliyê Banka Navendî ve tê birêvebirin.
Duyem: Pere tê xistin ser hesabê dolaran ê Wezareta Darayiyê yê li Banka Navendî ya Îraqê.
Êdî pêvajoya kirîn û firotina dolar û dînaran di navbera Wezareta Darayiyê û Banka Navendî ya Îraqê de tê kirin.
Wezareta Darayiyê dahata xwe dike dînar û Banka Navendî ya Îraqê jî xerciyên xwe dike dolar.
Eger zêdehiyek hebe, li gorî siyaseta neqdî ya Banka Navendî ya Îraqê diçe ser yedekên diravê biyanî yê Îraqê lê eger dahat têra xerciyan neke, wê demê Banka Navendî ya Îraqê wê kêmasiyê bi deynên navxwe û derve dadigire. Pişt re ji yedekên diravê biyanî wî deynî dide.
Cudahiya dahat û xerciyan ji bo hikûmet û Wezareta Darayiyê ya Îraqê ye, ne ji bo Banka Navendî ya Îraqê.
Heta ku kêmasî zêdetir bibe, yedekên diravê biyanî dê kêmtir bibin.
Bi vî awayî divê hikûmet ji bo daxistina nirxê diravê xwe gavan biavêje da ku xerciyên xwe tije bike.
Ev jî tê wateya bilindbûna rêjeya enflasyonê û têkçûna nirxê diravê wê ya li beramberî diravên din.
Her wiha, tevî biryara Amerîkayê ya ji bo rawestandina şandina dolarên kaş ji bo Îraqê û girêdana wê bi zelalkirina helwesta Îraqê ya li ser hilweşandina komên çekdar ên Îraqî nêzîkî Îranê ve.
Ev yek li gel rawestandina êrişên li ser armanc û berjewendiyên Amerîkayê jî girêdayî ye (wekî ku di raporên Wall Street Journal û New York Timesê de hatiye qalkirin).
Lê beşeke din a vê yekê ji ber kêmbûna dahata petrola Îraqê ye. Çimkî gelekî kêm bûye û li gorî Wezareta Petrolê ji bo meha Adara 2026an 1,9 milyar dolar e.
Ev jî li gorî meheke asayî tê wateya tijekirina sêyeka xerciyan. Çimkî di mehekê de xerciyên Îraqê gihîştine 6,8 heta 7 milyar dolarî.
Sedemên vê carê yên kêmbûna dolaran ên li Îraqê
Di navbera 2022 û 2026an de 5 guhertinên bingehîn di pergala darayî û aborî ya Îraqê de çêbûne.
Vê yekê kiriye ku dolarên kaş kêmtir ji Amerîkayê vegerin Îraqê, bi taybetî jî ew qebareya ku bi balafirê dihat.
Hemû ev sedem bi hev re û li gel kêmbûna dahata petrolê, bûne sedem ku tevahiya yedekên diravê biyanî yê Îraqê dakeve 96,9 milyar dolarî.
Di kêmtirî 3 salan de (Kanûna Pêşîn a 2023yan heta Adara 2026an) yedekên diravê biyanî yê Îraqê 31,1 milyar dolar kêm bûne.
Her çend Banka Navendî ya Îraqê red dike ku pêvajo hatibe rawestandin û dibêje pêvajoya dayîna dolaran ji aliyê Amerîkayê ve ji bo Îraqê bi kaş berdewam e û asayî ye jî, di rastiyê de ne asayî ye.
Ew qebareya ku wekî dolarê kaş li ber destê wê ye roj bi roj kêm dibe. Ji ber vê yekê di kêmtirî 3 mehan de yedekên kaş ên diravê biyanî ku piraniya wan bi dolaran in 475 milyon dolar kêm bûne.
Ev jî asta herî nizm e di du dehekên borî de. Ev yek jî wan agahiyan piştrast dike ku Amerîkayê dolarên kaş ji Îraqê re neşandine.
Di van salên dawî de û sala 2024an Îraqê hewl daye yedekên xwe cur bi cur bike û 5 rêyên nû girtine ber xwe:
- Stratejiya kirîna zêr: Ji sedî 8,5an ji bo ji sedî 27ê yedekan.
- Destpêkirina platforma navxwe ji bo senedên xezîneyê (bi rêjeya ji sedî 4an).
- Hewldana ji bo kêmkirina piştbestina bi dolaran (De-dollarization).
- Peymana bazirganiya rasterast (Çîn û Tirkiye).
- Hewldana ji bo nirxandina petrolê bi diravekî derveyî dolaran lê ev yek gelekî zehmet e û nirxê petrolê yê bi dolaran sînorekî pêkhatî ye di bazara cîhanî de.
Ev hemû tiştekî ji wê rastiyê naguherin ku eger pêwendiyên Amerîka û Îraqê têk biçin an cezayên nû yên OFACê li dijî Îraqê derkevin, FRBNY dikare bêyî agahdarkirina pêşwext dest deyne ser dolarên Îraqê yan jî wan sînordar bike.
Çimkî dan û standinên darayî yên Îraqê bi dahat û xerciyên wê ve bi dolaran in.