Dolar piştî çend mehan 41 lîreyê Tirkî derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daketina bihayê lireyê Tirkî ya li beramberî diravên biyanî berdewam dike û îro dolarekî Amerîkî 41 lîre derbas kir.

Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 41,014 lîreyan û euro jî bi 47,6 lîreyên Tirkî tê firotin.

Cara dawî 19ê Adarê wisa biha bûbû

Dolarherî dawî 19ê Adarê piştî ku Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatibû desteserkirin û ev yek bûbû sedema şokê û derketina sermayeya biyanî, 41 lîre derbas kiribû.

Wê demê dolar bûbû 41,6416 lîreyê Tirkî.

Li piyaseyan rewşa dawî

Dolar/TL îro serê sibehê li piyaseyên navneteweyî heta 41,01 lîreyî bilind bû.

Saet 09:37an bi rêjeya ji sedî 0,19an zêde bû û bû 41,0134 lîre.

Li piyaseya navbankan jî dolar di navbera 40,857-40,922 lîreyî de tê firotin.