PYD mehane bi qasî 10 milyon dolar petrolê difroşe

22-09-2015
Obêd Reşavayî
A+ A-

Hewlêr – Dihok (Rûdaw)- Ev zêdetirî salekê ye ku Rojavayê Kurdistanê petrola navçeya Rimêlan a girêdayî Dêrikê, bi rêya boriyekê dişîne Başûrê Kurdistanê û ji wir bo Tirkiyê tê şandin. Çavkaniyekê jî ragihand ku, dahata wê petrolê mehane zêdetirî 10 milyon dolar e.

Destpêka girêbestê

Kontorlkirina navçeyên Zûmar û Rebîe yên ku dikevin ser sînorê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, deriyekî mezin bo PYDê û desthilatên Rojava vekir, da ku petrola bin destê xwe hinarde bikin.

Berpirsekî agahdar ji dosyeya petrola Rojavayê ji wê navçeyê zanyariyên hûr da û ragihand: “Par, hin psporên petrolê ligel desthilatên PYDê li Rojavayê Kurdistanê civiyan, derbarê çawaniya hinardekirina petrola Rimêlan bi rêya boriyeke petrplê ku ji dema rêjîma Sedam Hisên ve di navbera herdu welatan de hatibû çêkirin. Petrol niha bi rêya wê boriyê ji Rimêlana Rojava diçe navçeya Zûmar li Başûr û ji wir bo Pêşabûr û piştre bû Bendera Ceyhan li Tirkiyê tê hinardekirin.”

Ew berpirsê ku dawxwaz kir navê wî neyê belavkirin, wiha got: “Piştî ku Rimêlan ket destê PYDê, petrol bi tankeran difrot û hinek jî bi rêya qaçax jî vala diçû, dahatekî kêm diket destê PYDê de, lewma neçar man rêyekî din bigirin û ligel Herêma Kurdistanê rêkeftin kirin. Li Rimêlan nêzîkî 500 bîrên petrolê hene.”

Çawa tê veguhestin

Ji Rimêlan heta Elîwka li Başûrê Kurdistanê, boriyekî petrolê 10 încî heye, ku 9 km dirêj e.

Jêderek ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta sala 2003 Hikûmeta Iraqê bi rêya wê boriyê rojane 17 hezar bermîl petrol dişand Sûriyê, ew jî li hember pêşkêşkirina karebayê bo navçeyên sînorî li Iraqê, lê piştî 2003 ew borî sekinî.

Girêbest di navbera kê û kê de ye

Ew berpirsê Hikûmeta Kurdistanê agahiyên zêdetir li ser firotina petrola Rojava eşkere kir û ragihand: “Desthilatdarên PYDê ne li ser navê xwe ew rêkeftin kirine, lê belê bi rêya veberhênerên warê petrolê pêk anîne, lê her tişr bi serperiştî û agahdariya rasterast a wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikumeta Kurdistanê bi xwe îmze nekiriye lê belê şîrketek bi wî karî radibe û mehane pereyên wan bi keş dide.”

Derbarê qebare û hejmara wê petrolê, heman jêderî wiha domand: “Rojane derdora 20 hezar bermîl petrol derbasî Başûr dibe û ji wir bi tankeran bo embarên Herêma Kurdistanê tên şandin. Ji ber neçar in, petrolê erzan difroş in, bi awayekî ku her bermîlekê bi 15 heta 20 dolaran difroş in.”

Erkekî exlaqî ye

Parlamenterê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de Elî Halo ku endamê Komîteya Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ye, ji Rûdawê re ragihand: “Haya me ji firoştina petrola Rojava tine ye, lê em ligel wê yekê ne ku alîkariya Rojavayê Kurdistanê were kirin, çi ji aliyê darayî û çi jî ji aliyê manewî ve.”

Derbarê wê yekê ku gelo ev yek bandore li ser pêwendiya Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nake? Elî Halo wiha got: “Em pêwendiya xwe bi wî welatî re li ber çav digirin, lê alîkariya Rojavayê Kurdistanê erkekî exlaqî û netewî û mirovî ye.”

Beriya mehekê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televizyonên Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Pêwendiya me bi Rojava re baş e, û em mezintirîn alîkariya aborî û darayî pêşkêşî Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Parlamenterekî Kurdistanê ku daxwaz kir navê wî neyê belavkirin, ji Rûdawê re ragihand: “Mebesta Barzanî firoştina petrola Rojavayê Kurdistanê bû, ku mehane bi qasî milyonan dolar pere werdigirin.”

Dahata wê petrolê çend e?

Li gorî psporekî warê petrolê ragihand: “Mehane PYDê bi qasî 10 milyon dolar bi rêya PDKê û şîrketekî nêzîkî PDKê, ji wê petrolê bi dest dixe. Ev jî mezintirîn alîkariya darayî ye bo PYDê û Rojavayê Kurdistanê.”

Derbarê cur û kalîtîka wê petrolê jî, psporê warê petrolê Dr. Bêwar Xinsê ragihand: “Cureya wê AIP 24 e, ku ne baş e û ne jî xerab e. Petrola baş a sivik e, ku li bazaran beha tê firotin. Dibe ku li ser wê petrolê di pêşerojê de nakokî derkeve.”

Hewlêr û Şamê agahdar in

Jêdera Rûdawê eşkere kir ku, “Ew kar bê razbûna Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê pêk nayê, herwiha ji aliyê PYDê de jî, Hikûmeta Sûriyê agahdar e ku ew petrol tê hinardekirin, lê ew hemû petrola xwe hinardeyî Herêma Kurdistanê nakin, hinekî didin parzûngên biçûk bo kareba û banzîna Rojavayê Kurdistanê û hinek din jî didin Hikûmeta Sûriyê, nedûr e ku ew pereyên ku li ser petrolê werdigirin (10 milyon dolar) hinekî didin Hikûmeta Sûriyê jî.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst