North Oil: Em dê petrola Herêma Kurdistanê li Zaxoyê wergirin
Hewlêr (Rûdaw) - Kampanyaya North Oilê (Kompanyaya Petrolê ya Bakur) ragihand ku amadehî tên kirin da ku petrola li Herêma Kurdistanê tê derxistin, li Zaxoyê wergirin û veguhêzin Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê.
Çavkaniyekê ji Kompanyaya Petrolê ya Bakur ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku nûnerê şirketê îro beşdarî civîneke taybet a di navbera Hewlêr, Bexda û kompanyayên petrolê de bûye.
Çavkaniyê da zanîn ku Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê, Wezareta Petrolê ya Îraqê û kompanyayên pêwendîdar li ser hinartina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir.
"Petrol dê rasterast biçe Ceyhanê"
Li gorî çavkaniyê, piştî erêkirina peymanê, petrola ku li Herêma Kurdistanê tê derxistin dê rasterast bi rêya xeta boriyan ber bi Ceyhanê ve were şandin, bêyî ku biçe Kerkûkê.
Kompanyaya Petrolê ya Bakur li Zaxoyê xwedî stasyoneke wergirtinê ye û petrol dê ji wir were wergirtin û sewqî Bendera Ceyhanê were kirin.
Hinartin Adara 2023yan hatibû rawestandin
Derbarê dema destpêkirina hinartinê demeke diyar nehat dayîn lê tê gotin ku piştî erêkirina peymanê ji aliyê Encûmena Wezîran a Îraqê ve roja sêşemê îhtimal heye ku hinartin ji nû ve dest pê bike.
Çavkaniyê tekez kir ku petrola bîrên Kerkûkê ne di nav vê peymanê de ye û tenê petrola ku ji bîrên Herêma Kurdistanê tê derxistin dê ji Ceyhanê re were şandin.
Wekî tê zanîn, Adara 2023yan bi biryareke dadgeheke li Parîsê, hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hatibû rawestandin.
Bi vê xetê rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol dihat veguhastin.