Gulf Keystone karê xwe li Kurdistanê berdewam dike
Hewlêr (Rûdaw) - Gulf Keyston Petroleum ragihand, ku ew li ser karên xwe yên li Kurdistanê berdewam dibin.
Kompaniya petrolê ya Gulf Keyston Petroliyom a Brîtanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku dê hilberîna petrolê ji aliyê wan ve li Herêma Kurdistanê berdewam bike.
Gulf Keystone Petroleum di daxuyaniya xwe de eşkere kir, ku 34 hezar û 525 bermîlên petrolê di meha cotmehê de ji bîrên petrolê yên li navçeya Şêxanê ya ser bi bajarê Duhokê ve hatiye berhemanîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ku tevî gefên Heşda Şeibî yên li dijî Herêma Kurdistanê, ew dê li ser karê xwe yê hilberîna petrola Kurdistanê berdewam bin.