Onsa zêr heta bi nêzîkî 4000 dolaran daket
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro daketina xwe ya mezin a roja borî domand û heta bi nêzîkî 4000 dolaran daket.
Piştî çend demjimêran ji vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr ji nêzîkî 4000 dolaran rabû û 4100 dolar derbas kir.
Niha onseke zêr bi nêzîkî 4120 dolarî tê kirîn û firotin.
Daketina bihayê zêr piştî ku doh gihişt asta dîrokî ya 4381 dolaran dest pê kir lê piştî nêzîkbûna Çîn û Amerîkayê û zêdebûna îhtimala rêkeftina di navbera wan de ya li ser pêwendiyên bazirganî, bi lez daket nêzîkî 4080 dolarî.
Faîzwergirtina bazirganan yek ji sedemên din ên daketina mezin a bihayê zêr e.
Analîstê Şirketa Şêwirmendiyê ya StoneXê Matt Simpson diyar kir:
"Nermbûna aloziyên di navbera Amerîka û Çînê de, sedema sereke ya helîna bihayê zêr û paşvekişîna mezin a bihayê zêr e.
Bihayê zêr piştî ku di du hefteyên borî de bi lez asta 4000 dolarî derbas kiribû dê ev paşvekişîn her bikira."
Matt Simpson di wê baweriyê de ye ku paşvekişîna bihayê zêr a bi vî rengî mezin êdî bi dawî bûye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump dê hefteya pêşiya me bi Serokê Çînê Şi Cinping re bicive.
Trump geşbîniya xwe anî ziman ku ew dikarin bi Çînê re bigihîjin rêkeftineke dadwerane.