Onsa zîv bi kêmtirî 49 dolaran tê kirîn û firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Zîv îro jî hinekî biha bûye û onsek bi nêzîkî 49 dolaran e.
Îro bihayê onsa zîv ji sedî 0,43 ango 21 sentan bilind bû û gihişt 48,92 dolaran.
Bi vî awayî, niha kîloyek zîv li bazarên cîhanê bi 1,572 dolaran e.
Doh êvarê bihayê onsa zîv ji sedî 7 daket û ji 52,06 dolaran hat 47,99 dolaran.
Ev ji Îlona 2011an û vir ve daketina herî zêde ya bihayê zîv a di rojekê de ye.
Nîşanên nermbûna aloziyên bazirganî yên di navbera Amerîka û Çînê de, îhtimala vebûna hikûmeta Amerîkayê û faîzwergitin sedemên sereke yên vê guherîna bihayê zîv in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew pêşbînî dike li ser tarîfeyên gumrikê yên bi Çînê re bigihîjin rêkeftineke bazirganî ya guncav.
Li hêla din, Banka Navendî ya Amerîkayê dê dawiya vê mehê biryara xwe ya nû ya derbarê rêjeya faîza bankê ragihîne û tê pêşbînîkirin ku ji sedî 0,25 kêm bike.