John Williams hêviyê dide bazaran: Bihayê zêr bilind bû
Hewlêr (Rûdaw) – Doh li bazaran bihayê onseke zêr di navbera 4,020 û 4100 dolarî de guherî û di dawiyê de bazar nêzîkî 4,036 dolarî hatin girtin.
Di hefteya borî de, bihayê onseke zêr ji sedî 0,1 bilind bû. Di peymanên paşerojê de jî ji bo radestkirina di Kanûna Pêşîn de bi 4,079 dolarî dan û standin pê hat kirin.
Serokê Şaxa New Yorkê yê Banka Navendî ya Amerîkayê John Williams ragihand ku banka navendî bêyî ku armancên xwe yên enflasyonê ji bîr bike dikare di demeke kurt de rêjeya faîzê daxe.
Daxuyaniya Williams rasterast bihayê zêr û bihayê bazarên borsayê yên Amerîkayê bilind kir.
Ji kompanyaya bazirganiyê ya Kitco Metalsê Jim Wyckoff li ser mijarê got, "Daxuyaniyên Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê li New Yorkê piştgirî ji bihayê zêr re çêkiriye."
Piştî daxuyaniyên Williams bendewariya bazirganan ji bo kêmkirina rêjeya faîzê di meha bê de, ji sedî 40 derket sedî 74an.