Hêviya agirbestê petrolê erzan dike
Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyar û hewldanên dubare yên Amerîkayê ji bo pêkanîna agirbestê li Ukraynayê petrol erzan kir.
Bihayê petrolê roja înê zêdetirî ji sedî 1 kêm bû.
Bihayê bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 82 sentan kêm bû û bermîlek bi 62 dolar û 56 sentî hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 94 sent kêm bû û bermîlek bi 58 dolar û 6 sentî hat firotin.
Di nava hefteyekê de, petrol ji sedî 3 erzan bû ku ev jî asta herî nizm a meha borî ye.
Ev kêmbûna bihayê petrolê piştî wê yekê tê ku Washingtonê ji bo pêkanîna agirbestê zextên xwe li ser Rûsya û Ukraynayê zêde kiriye.
Îhtimala pêkhatina agirbestê dikare rê li ber vegera petrola Rûsyayê û rakirina cezayên li ser Moskowê veke.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy diyar kir ku ji bo pesendkirina plana Amerîkayê welatê wî di bin zexteke mezin de ye.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku plana Amerîkayê ya ji bo rawestandina şerê Ukraynayê "dikare ji bo çareseriya dawî bibe bingeh."