Zêr ranaweste û rekorên nû tên, îsal ji sedî 67 biha bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr rekoreke nû şikand û nirxê onsekê gihişt ser 4 hezar û 400 dolarî.

Ev asta herî bilind e ku di dîroka zêr de hatiye tomarkirin.

Beriya niha 20ê Çiriya Pêşîn a îsal, bihayê onsekê gihiştibû 4 hezar û 381 dolaran ku ew wê demê rekor bû.

Sedemên bilindbûna bihayê zêr, pêşbîniyên ji bo kêmkirina faîza bankê, kirîna zêde ya zêr wekî "bendera ewle" û daketina bihayê dolar in.

Zêr îsal heta niha bi rêjeya ji sedî 67 biha bûye.

Pirsgirêkên jeopolîtîk û bazirganiyê

Pirsgirêkên jeopolîtîk, nakokiyên bazirganiyê, kirîna zêr a ji aliyê bankên navendî ve û pêşbîniyên ji bo kêmkirina faîza bankê ya sala pêşiya bihayê zêr gihandine astên niha.

Bazirgan behsa kêmkirina zêdetir a faîza bankê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ve dikin.

Çav li biryara FEDê ye

10ê vê mehê Banka Navendî ya Amerîkayê faîza bankê bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm kir û daxist dora ji sedî 3,75 û tewr ji sedî 4an.

Lê belê hîn jî pêşbîniya kêmkirina zêdetir a faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve tê kirin ku tê payîn meha bê jî li ser wê mijarê bicive.