Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di destpêka vebûna bazarên cîhanî de ji sedî 1,2 bilind bû û onsa wî 5 hezar û 175 dolar derbas kir.
Nezelaliya piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Amerîkayê bûye sedem ku bihayê dolar dakeve û zêr bi qîmet bibe.
Bandora biryara Dadgeha Bilind
Her çi qasî tê gotin ku rakirina pênaseyên gumrikî dibe sedema geşbûna aboriya cîhanê jî biryarên Serokê Amerîkayê Donald Trump nezelaliyê zêde dikin.
Diyar e ku Donald Trump ji ferzkirina pênaseyên gumrikî bi hêsanî gavê bi paş ve naavêje.
Gefên li ser Îranê û bazarên Çînê
Li aliyê din, egera êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê û rûdanên jeopolîtîk jî piştgiriyê didin bihabûna zêr.
Hîn bazarên Çînê ji ber betlaneya sersalê girtî ne, ev yek bûye sedem ku qebareya dan û standinan kêm û sînordar be.
Bazarên Çînê dê roja Sêşemê vebin.
Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê Jamieson Greer ragihand, piştî biryara Dadgeha Bilind a Federal a Amerîkayê, ti welatê ku bi Amerîkayê re peymana bazirganiyê îmze kiriye negotiye ku ew dê ji peymanê vekişin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse