Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zîv zêdetirî 3 dolaran bilind bû û onsê 87 dolar derbas kir.
Sedema bilindbûna bihayê zîv vedigere pirbûna daxwaza zêde.
Ev yek piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da baca gumrikê ya li ser welatên cîhanê ji sedî 15 bilind bike.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê pênaseyên gumrikî yên Donald Trump betal kirine.
Lê belê îdareya Serokê Amerîkayê biryarên nû derdixe û dev ji danîna astengiyên li pêşiya hawirdekirina (kirîna ji derve) kel û pelan bernade.
Peymanên bazirganiyê tên bipaşxistin
Piştî biryara Dadgeha Bilind, Berpirsê Kar û Barên Bazirganiyê yê Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek da.
Wî ragihand ku ew hewl dide pejirandina dawî ya peymana bazirganiyê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê de bide sekinandin.
Her wiha Hindistanê jî peymana xwe ya bazirganiyê ya bi Amerîkayê re bi paş xist.
Zîv wekî stargeheke aram tê dîtin
Hemû ev nezelaliyên ku derbarê kar û barên bazirganiya bi Amerîkayê re derketine, zerer gihandiye bihayê dolar.
Vê rewşê daxwaza li ser zîv zêdetir kiriye ku wekî “stargeheke aram” tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse