Petrol îro hinekî erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro bi daketinê dest pê kir.

Ev yek piştî wê hat ku wezîrê karên derve yê Uman û Îranê eşkere kir ku dê vê pêncşema li Cenevreyê gera nû ya dan û standinên navbera Tehran û Washingtonê bê kirin.

Aloziyên Amerîka û Îranê

Bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur ku ji ber zêdebûna aloziyên navbera Amerîka û Îranê hefteya borî 72 dolar derbas kiribû, îro daket nêzîkî 71 dolaran.

Her wiha bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) ya ku 67 dolar derbas kiribû, îro bi nêzîkî 65 dolar û 76 sentan tê kirîn û firotin.

“Derfeta peymanekê heye”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku derfeta peymanekê heye.

Wezîrê Karên Derve yê Umanê jî diyar kir, dibe ku pêncşemê di dan û standinan de bipêşketineke berbiçav çêbibe.

Li gorî pisporan, eger di dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê de peymaneke temam pêk bê, dê bihayê petrolê kara xwe ya çend hefteyên borî bi lez ji dest bide.