Şer sar nabe, petrol biha dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Şerê Îranê derfetê nade ku petrol erzan bibe û bihabûna wê didome.
Îro bihayê bermîleke petrola brent a Deryaya Bakur ducare ber bi bilindbûnê ve çû û bermîl bi ser 112 dolaran ket.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî ji 98 dolaran derbas bû.
Li bazarê bermîleke wê bi 98 dolar û 35 sentan hat kirîn û firotin.
Çavê bazirganan li Amerîkayê ye
Bazirganên petrolê li benda gavên Amerîkayê ne.
Amerîkayê berê eşkere kiribû ku ew dê navendên enerjiyê yên Îranê bike hedef.
Îranê jî gefa lêdana binesaziya enerjiyê ya welatên Kendavê xwaribû.
Ji ber vê yekê, bazirgan dixwazin zanibin bê ma dê bersiva Îranê çi be.
Divê were gotin ku piştî destpêkirina şerê Îranê, bihayê petrola brent gihîştibû 120 dolarî.
Tedbîrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê
Welatên endamên Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê (IEA) hin tedbîr wergirtin.
Lê Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê Fatîh Bîrol dibêje ev ne têrker e.
Li gorî wî, ji bo aramkirina bazara petrolê pêdivî bi tedbîrên din heye.
Damezirînera şirketa şêwirmendiyê ya Energy Aspectsê Amrita Senê li ser mijarê got:
"Amerîka gefa lêdana binesaziya enerjiyê ya Îranê dixwe. Îran jî gefa tolhildanê dixwe.
Ev yek dibe sedem ku bihayê petrolê di asteke bilind de bimîne û li bazarê bi bihayekî giran dan û standin pê bê kirin."
#GRAFÎK - Zêr û zîv erzan dibin, petrol biha dibe... Roja yekem a hefteyê rewşa bazarên cîhanê ev e#Bitcoin #Silver #Gold #Oil pic.twitter.com/KO2bNz3K9q
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 23, 2026