Îraq rojane 340 milyon dolaran winda dike
Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 5 rojên hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê de, rojane bi giştî 250 hezar bermîl petrol gihîştiye Tirkiyeyê.
Îraq niha petrola Besreyê ji bo tijekirina valahiya petrola Kerkûkê dişîne Parzûngeha Bêciyê.
Li gorî Rêxistina Eko Îraqê, girtina Tengava Hurmizê rojane zêdetirî 300 milyon dolaran ziyanê digihîne Îraqê.
250 hezar bermîl petrola Kerkûkê digihe Ceyhanê
Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji Kompanyaya Petrola Bakur bi dest xistine, ji 18ê Adarê ve hinartina petrola Kerkûkê ya bi rêya Herêma Kurdistanê ji bo bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê dest pê kiriye.
Rojane bi giştî 250 hezar bermîl petrol digihe embarên SOMOyê da ku were firotin.
Ev gava han piştî wê yekê hat ku hinartina petrola Îraqê ya ji benderên Besreyê, ji ber Şerê Îran - Amerîka û Îsraîlê ve rawestiyaye.
Petrola Kerkûkê ji parzûngehên Xebaz, Cembûr, Kerkûk û Bay Hesenê te hiberîn.
Berhemên van parzûngehan rojane zêdetirî 300 hezar bermîlî ne.
Beşek ji vê petrolê ji bo parzûngeha Bêciyê tê şandin, 10 heta 15 hezar bermîl bi tankeran diçe Urdunê û ya mayî jî berê dihat embarkirin.
Guherînên di şandina petrolê de
Çavkaniyeke ji Kompanyaya Petrola Bakur ji Rûdawê re got, "Beriya ku hinartina bi rêya Ceyhanê dest pê bike, rojane zêdetirî 140 hezar bermîl petrola Kerkûkê diçû Parzûngeha Bêciyê.
Niha ji ber ku petrola Kerkûkê diçe Tirkiyeyê, rojane 140 hezar bermîl petrola Besreyê dişînin Bêciyê da ku ew valahî were dagirtin."
Li gorî rapora Wezareta Darayî ya Îraqê, sala borî ji sedî 88ê dahatê Îraqê ji petrolê bû.
Îraq rojane 340 milyon dolaran ziyanê dibîne
Birêvebirê Rêxistina Eko Îraqê Elî Nacî ji Rûdawê re got, "Ji ber şer û girtina Tengava Hurmizê, Îraq rojane 340 milyon dolaran winda dike.
Di vê amarê de petrola xav û gaza şil a ku berê ji Besreyê dihat hinartin hene."
Bermîla petrola brent 107 dolar bû, di demekê de ku berî şer petrola Texasê 67 dolar bû.
Elî Nacî diyar kir ku berî şer dahata Îraqê ya ji hinartina gaz û petrolê rojane 200 milyon dolar bû.
Îraqê berî şer rojane 3,4 milyon bermîl petrol hinarde dikir.
Niha tenê bi rêya Tirkiyeyê petrola xwe dişîne derve.
Nacî di berdewamiyê jî de got, "Ew petrola Kerkûkê ya ku bi rêya Kurdistanê diçe Tirkiyeyê, tenê ji sedî 6ê hinartina berê ya Îraqê ye û dahata wê ya rojane nêzîkî 25 milyon dolarî ye."