Soçî/Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Wizeyê yê Rûsyayê pêşbînî dike nirxê bermîla neftê îsal dê ji 50 dolarê Amerîkî derbas nebe.
Aleksandir Valentînovîç Novak li civîneke çapemeniyê li bajarê Soçîya Deryaya Reş, di bersiva pirseke Rûdawê de got: "Bi min nirxê neftê dê heta dawîna salê her di navbera 40 - 50yî de bimîne, em dibînin ku li hinek welatan asta hilberîn nizm bûye, li hemberî vê yekê meha Nîsanê li hinekan jî bilind bûye, bi taybet li welatên endamên OPECê."
OPEC, kurtenava "Rêxistina Welatên Neft Hinardeker" e. 13 endamên vê koma neftfiroşan hene ku seda 40ê nefta cîhanî hildiberînin û xwedî seda 75ê çavkaniyên wê ne. Rûsya ne endama OPECê ye.
Novak di dirêjahiya bersiva xwe de aşkera kir ku "leystikên neftê" têne lîstin, lêbelê ji bilî vê yekê, bandora bûyerên li welatên endamên OPECê wekî, Nîjerya, Kanada û Venezuelayê rû didin heye.
Nirxê bermîla neftê, ji havîna 2014an ve dikeve û serê salê kete heta 27 dolaran. Sedema sereke ya vê ketinê hilberîna zêde ya Erebistana Siûdî tê dîtin ku dixwaze bi vê rêyê ziyan bigihîne aboriya Îran û Rûsyayê û herwiha şerîkên neftê yên Kanadî û Amerîkî rawestîne ku hewl didin alternatîfên wekî "nefta kevir" derxin bihêz bikin.
Li Nîjeryayê şerê hikûmetê û komen îslamî yên çekdar, li Venezuelayê krîza aborî û siyasî ya hikûmeta sosyalîst a Nicolás Maduro û li Kanadayê jî agirê daristanê ku 500 hezar hektar û bajarê Fort McMurray siê daqurtand û du heftî bêhtir e didome, bûne sedema nizmbûna asta hilberînê, loma bilindbûna nirxê neftê.
Ji aliyê din ve, ji ber ku Siûdî berdewam e li zêdehilberînê, Îran pişka xwe ya bazarê ya berî embargoyê dixwaze û Rûsya, ku salek e ketî bin embargoya Amerîkî û Ewrûpiyan, naçar pişta aboriya xwe bi neftê ve girêdaye, dikin ku nirxê neftê nizm bimîne.
Dema amadebûna vê nûçeyê ji bo weşanê nirxê bermîlek nefta Brenta xav 48 dolar û nîv bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse