Keştiya petrola Kurdistanê berê xwe da Amerîkayê
Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî raporên ajansên navdewletî, keştiyeke nefthilgir, ku barê 650 hezar bermîl petrola Kurdistanêhilgirtiye, berê xwe daye Amerîkayê. Bi vî awayî piştî 3 salan, ev yekemîn car e petrola Kurdistanê hinardeyê Amerîkayê dibe.
Ajansên navdewletî radigihînin, ku hetfeya derbasbûyî keştiya petrolê “Aframakîs Neverland”, Bendera Ceyhanê bicîh hiştiye, 2 roj beriya niha ji Derya Naveras derketiye û ber bi qiraxa rojavayê Amerîkayê ve diçe.
Di sala 2014ê de çendîn keştiyên biçûk petrola Herêma Kurdistanê veguhestine Amerîkayê.
Lê dema di Tîrmeha 2014ê de, keştiya United Kalavrvta bi bare milyonek bermîl petrola Kurdistanê gihişte qiraxa Teksasê, rastê karvedan û nerazîbûna hikûmeta Iraqê hat.
Hikûmeta Bexdayê li ser vê yekê, li Dadgeha Teksasê li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê doz vekir û diyar kir, ku ev petrol bêyî rizamendiya Bexdayê hatiye hinardekirin.
Li gorî zana û pisporan, Herêma Kurdistanê ber bi giştpirsiya serxwebûnê ve diçe, lewma dixwaze bazara petrola xwe firehtir bike, di firotina petrolê de zêdetir serbixwe be.