Amerîka û Japonyayê li ser kêmkirina baca otomobîlan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Japonyayê li ser kêmkirina baca otomobîlan li hev kir ku ji Japonyayê ji Amerîkayê te tên şandin.

Amerîka û Japonyayê di çarçoveya peymaneke nû ya bazirganî de li hev kirin ku bacên gumrikê yên li ser otomobîlên ku ji Japonyayê j Amerîkayê re tên hinartin, bi awayekî berçav bên kêmkirin.

Li gorî agahiyên medyaya Japonyayê, baca zêde ya gumrikê ku niha Washington bi rêjeya ji sedî 25 li ser otomobîl û parçeyên wan ên Japonî disepîne, dê dakeve ji sedî 12,5an.

Ev rêje dê li ser baca bingehîn a ji sedî 2,5 were zêdekirin û bi vî awayî tevahiya baca gumrikê dê bibe ji sedî 15.

Ev pêngav ji bo bihêzkirina têkiliyên aborî yên di navbera her du welatan de wekî gaveke girîng tê dîtin û dê ji bo kompanyayên mezin ên otomobîlan ên Japonî bibe hêsankariyek.