Li Qoserê demsala çinîna hêjîran e: 'Ji her derê teleb heye'

23-08-2023
RÛDAW
Li Mêrdînê demsala çinîna hejîran dest pê kir
Li Mêrdînê demsala çinîna hejîran dest pê kir
Nîşan Hêjîr Mêrdîn Qoser Geliyê Xursê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Geliyê Xursê, cotkaran dest bi çinîna hêjîran kir.

Hêjîr fêkiyekî gelekî taybet û bisûd e û dawiya havînê ango vê demê dest pê dike û heta destpêka payizê li bazaran peyda dibe.

Li geliyê Xursê yê navçeya Qoserê ku 12 gund lê hene, demsala çinîna hêjîran dest pê kir.

Hişkesaliyê li darên hêjîran jî daye

Cotkar ji berhema îsal ne razî ne ji ber ku hişkesalî û kêmaviyê li darên hêjîran jî daye û berhema wan kêm e.

Cotkar Ahmet Omukê ku li gundê Serê Kurê bi hevjîn û zarokên xwe re hêjîran diçine diyar kir ku bi salan e li gelî darên wan ên hêjîran hene.

3-4 corên hêjîran hene

Ahmet Omuk diyar kir ku li deverê 3-4 corên hêjîran hene û got:

“5-6 sal berê hem ava çem û hem jî ava qanalê diherikî, lê niha av pir kêm e. Dema dibe tîrmeh, av namîne.

Ji ber vê çendê ber û berhem carinan kêm dibin. Em hêjîrên xwe bi awayekî xwezayî digihînin û lewma jî pir şirîn û xweş in."

“Ji her derê teleb heye”

Cotkar Mehmet Gumuş jî diyar kir, ji her derê ji bo hêjîrê wan teleb heye û wiha got:

"Gava em dibin sûkê, bikir pir in. Herwiha em li gorî sparîşan jî difiroşin. Ji bo hişkkirinê û ji bo çêkirina rîçalê jî tên bikaranîn.

Herwiha em dişînin parêzgehên wekî Îzmîr û Enqereyê jî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst