Zêr rekoreke nû tomar kir: Onsek bû 3 hezar û 760 dolar
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zêr piştî vebûna bazarên Asyayê rekoreke din a dîrokî tomar kir û onsek zêr 3 hezar û 759 dolar derbas kir.
Niha jî onsek zêr bi nêzîkî 3 hezar û 745 dolaran tê firotin.
Bihayê zêr di peymanên paşerojê de yên ku dê meha 12an a îsal bên radestkirin, derket 3 hezar û 779 dolaran.
Pêşana dolar îro ji sedî 0,1 nirxê xwe winda kir û ev yek jî kirîna zêr li wan welatên ku bi pereyên din ji bilî dolar zêr dikirin, erzantir kir.
Sedema bihabûnê û axaftina Powell
Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell dê gotarekê pêşkêş bike û tê pêşbînîkirin ku ev yek bandorê li ser bihayê zêr bike.
Sedema sereke ya bihabûna dîrokî ya zêr ew e ku bazirgan û veberhêner li bendê ne ku rêjeya faîzê li Amerîkayê zêdetir were kêmkirin.
"Dibe ku bihayê zêr hinekî dakeve"
Şîrovekarê payebilind ê kompanyaya şêwirmendiyê ya 'Oandayê' Kelvin Wong li ser mijarê ragihand:
"Di demeke kurt de arasteya bihayê zêr hîn ber bi jor ve ye, lê li gorî rewşa rojane, îhtimala paşvekişîneke demkî ya bihayê zêr heye."
Wong her wiha got, "Xeta bergiriyê ya bihêz ji bo bihayê zêr 3 hezar û 710 û 3 hezar û 690 dolar e û tê pêşbînîkirin ku bihayê zêr karibe van astan biparêze."
Bandora Trump û nîqaşên li ser faîzê
Serokê nû yê Banka Navendî ya Amerîkayê Stephen Miranê ku piştgiriyê dide nêrînên Donald Trump, gotibû:
"Banka Navendî şaş xwendiye û siyaseta diravî bi tundî hiştiye, ev yek jî bûye sedema sistbûna bazara kar."
Gelek serokên din ên Banka Navendî li dijî nêrîna Miran in û di wê baweriyê de ne ku kêmkirina bilez a rêjeya faîzê dê bibe sedema ji nû ve geşbûna enflasyonê.
Gotara Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell, îro êvarê saet 19:35an bi dema Hewlêrê tê pêşkêşkirin.