Berê zêr îro ketiye serjêrekê

Hewlêr (Rûdaw) - Zêr îro ji ber bihabûna dolar erzan bû.

Bihayê onseke zêr bi rêjeya ji sedî 0,2 daket û bi nêzîkî 4090 dolarî hat kirîn û firotin.

Bihayê dolar li hemberî pereyên din îro bi rêjeya ji sedî 0,2 bilind bû.

Ev yek bû sedem ku kirîna zêr li welatên din ên ku bi pereyê xwe yê niştimanî kirîn û firotinê dikin bihatir bibe.

Analîstê şirketa şêwirmendiyê ya GoldSilverê Brian Lan derbarê mijarê ragihand:

"Em di bihayê zêr de paşvekişînekê dibînin û ev yek piştî bilindbûnên van demên dawî gelekî asayî ye."

Bihayê zêr hîn di bin zextê de ye lê em pêşbînî dikin ku piştî vê paşvekişînê, bihayê zêr dê careke din berê xwe bide bilindbûnê."

Brian Lan di wê baweriyê de ye ku di demeke dirêj de arasteya bihayê zêr hîn jî ber bi bilindbûnê ve ye lê di demeke kurt de divê bazirgan bi hişyarî bikirin û bifiroşin.

Sibe amarên bihayên serfkaran ên Amerîkayê tên weşandin û ji ber ku ev amar bandorê li siyaseta diravî ya Banka Navendî ya Amerîkayê dikin tê pêşbînîkirin ku bandoreke berbiçav li ser bihayê zêr bikin.