Zîv di hefteyekê de ji sedî 10 erzan bû

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê onsa zîv ji sedî 0,29, yanî 14 sentan daket û ons bi 48,34 dolaran e.

Bi vî awayî, niha li bazarên cîhanê kîloyek zîv bi 1,554 dolaran e.

Zîv di nava hefteyekê de ji sedî 10 daketiye ku dike 6 dolar û ji 54 dolaran daketiye 48 dolaran.

Bazirgan di wê baweriyê de ne ku bilindbûna bihayê zîv a demên dawî ji ber wê yekê bû ku gelekî dihat kirîn lê rewş niha asayî bûye.

Nîşanên nermbûna aloziyên bazirganiyê yên di navbera Amerîka û Çînê de bihayê zîv daxistiye.

Niha çavê bazirganan li ser datayên enflasyona Amerîkayê yên meha borî ye ku dê roja înê saet 15:30î (bi dema Kurdistanê) bêne weşandin.

Banka Navendî ya Amerîkayê jî dê dawiya mehê biryara xwe ya nû ya derbarê rêjeya faîza bankê ragihîne û tê pêşbînîkirin ku faîzê ji sedî 0,25 kêm bike.