Firotina petrola Kerkûkê ji nû ve dest pê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa nûçeyan a Reutersê demû bernameya barkirina petrolê belav kir.

Li gorî zanyariyên Reutersê, biryar e ji meha bê ve petrola Kerkûkê bi boriya Herêma Kurdistanê re ji bo Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bê hinartin.

Li gorî nûçeya Reutersê Îraq dê meha bê 12 barên petrola xam a Kerkûkê ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê hinardeyî bazarên cîhanê bike.

Bername nîşan dide ku tevahiya petrola ku bi rêya boriyê tê hinartin, dê çiriya paşîn bigihîje nêzîkî 250 hezar bermîlan di rojê de.

Ev yek jî nîşana pêşketineke berdewam e piştî ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji Bendera Ceyhanê di dawiya meha îlonê de ji nû ve dest pê kir.

Hinardekirin piştî 2 sal û nîvan ji nû ve dest pê dike

Hinardekirina petrola xam a ji kêlgehên petrolê yên Kerkûkê, zêdetirî du sal û nîvan li gel hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.

Sedema vê yekê pirsgirêkeke yasayî bû di navbera Bexda, Enqere û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser kontrolkirina firotin û dahata petrolê.

Destpêkirina hinardekirinê di dawiya îlona îsal de piştî çend mehên dan û standinan ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî û bazirganî pêk hat.

Li gorî rêkeftina di navbera Hewlêr, Bexda û kompanyayên navneteweyî yên petrolê de ku heta dawiya îsal di meriyetê de ye, rojane 280 hezar bermîl petrol tenê di sînorê Herêma Kurdistanê de tê hilberîn.

Ji wê miqdarê, 230 hezar bermîl tên hinartin û 50 hezar bermîlên mayî jî ji bo bikaranîna navxweyî radestî parzûngehên Herêma Kurdistanê tên kirin.

Şandina petrolê bi rêya boriyê ji bo Bendera Ceyhanê, piştî biryareke Adara 2023yan a Dadgeha Navneteweyî ya Tahkîmê ya Parîsê rawestiya bû.

Wê dadgeh ferman dabû Tirkiyeyê ku hinardekirina serbixwe ya petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya boriyê rawestîne.

Destpêkirina hinardekirinê gaveke girîng e

Bendera Ceyhanê ku dikeve ser beravên Deryaya Spî, wekî navendeke serekî ya hinardekirina petrola xam a Îraq û Azerbeycanê roleke girîng dilîze.

Ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya Ceyhanê, wekî gaveke girîng ji bo hewlên Îraqê yên zêdekirina dahata petrolê tê dîtin.

Ev yek di demekê de ye ku Îraq rûbirûyî zextên berdewam ên budceyê û nearamiya bazarên cîhanî bûye.

Îraq ku berhemhênerê duyem ê petrolê ye di OPECê de, ji bo zêdetirî ji sedî 90ê dahata xwe pişta xwe bi hinardekirina petrolê girê dide.

Tê payîn ku vegera qonax bi qonax a petrola Kerkûk û Herêma Kurdistanê ji bo bazarên cîhanî, şiyana hilberînê ya welat bihêztir bike.

Her wiha, ev yek dê bijardeyên zêdetir ên dabînkirinê bixe ber destê parzûngehên cîhanê.