Trump hişyarî da Maduro, zêr firiya

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê onsa zêr îro ji ber pirsgirêkên jeopolîtîk, pêşbîniyên kêmkirina rêjeya faîzê û kirîna zêde ya bankên navendî gihişt asteke nû ya dîrokî û nêzîkî 4 hezar û 500 dolaran bû.

Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê zêr derket 4 hezar û 497 dolaran.

Piştî çend demjimêran ji vebûna bazarên Asyayê, bihayê zêr hinekî daket û ons nêzîkî 4 hezar û 480 dolaran bû.

Gefên Trump û rewşa Venezuelayê

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyekê de ragihand ku eger Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro dev ji desthilatê berde dê karekî aqilane be.

Nobedarên Deryayî yên Amerîkayê çavdêriya tevgera keştiyên petrolê yên Venezuelayê didomînin û egera aloziya zêdetir a di navbera Amerîka û Venezuelayê de bûye sedema bihabûna zêr.

Her wiha pêşbîniya hilberîneran a li ser kêmkirina zêdetir a rêjeya faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve, piştgiriyeke zêdetir dide bihayê zêr.