Meaşê herî kêm ê 2026an diyar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Vedat Işikhan ragihand ku meaşê herî kêm bi zêdebûna ji sedî 27an derket 28 hezar û 75 lîreyan.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meaşê herî kêm ê sala 2026an diyar bû.
Komîsyona Tesbîtkirina Meaşê Herî Kêm civîna xwe ya sêyem pêk anî û biryara dawî da.
Li gorî biryarê, meaşê herî kêm ê ku dê sala 2026an derbasdar be, wekî 28 hezar û 75 lîreyan hat diyarkirin.
"Divê mûçe li bazarê nehele"
Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan piştî civînê daxuyanî da.
Işikhan diyar kir ku wan hewl daye hem hêza kirînê ya karkeran biparêzin û hem jî hevsengiyekê ji bo karsazan çêbikin.
Işikhan bal kişand ser enflasyonê û got:
"Di meaşê herî kêm û mijarên din de ya girîng ew e ku mûçe li market, çerşî û bazaran nehele û neçe."
Meaşê nû dê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2026an ve bikeve meriyetê.
Meaşê herî kêm ê sala 2025an 22 hezar û 104 lîre bû.