RIHA - Erdên çandiniyê roj bi roj kêmtir dibin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Rihaya Bakurê Kurdistanê zeviyên çandiniyê roj li pey rojê kêmtir dibin.
Deşta Heranê ya Rihayê sala 2006an deşteke şîn û kesk bû.
Lê niha li deştê gelek avahî û kargeh tên lêkirin û rûberê deştê tim kêmtir dibe.
Pispor balê dikişînîn ser avahiyên ku li ser erdên çandiniyê tên lêkirin û dibêjin, divê rê li ber vê yekê bê girtin.
“Divê em çavkaniyên xwe yên axê biparêzin”
Akademîsyenê Zanîngeha Harranê Mehmet Alî Çullu bal kişand ser lêkirina avahî û kargehan û got:
“Ji bo bextewariyê divê em çavkaniyên xwe yên axê biparêzin û berhemên ji axê çêdibin bixwin.
Di salên dawî de ji ber xetayên ku tên kirin erdên me kêm dibin.
Ji aliyekî ve nifûs zêde dibe û ji aliyê din ve jî ji ber lêkirina avahî û kargehan erdên çandiniyê yên bi ber kêm dibin.
Ji bo ku em di salên pêş de karibin xurekên tendurist peyda bikin divê em hinek riskan wergirin.”
Divê were gotin ku piraniya avahiyan li ser erdên çandiniyê bi qaçaxî tên lêkirin.
Li Rihayê ji salên 2000î û heta bi îro rêjeya avahiyên li ser erdên çandiniyê ji sedî 1ê derketiye ji sedî 20î û erdên çandiniyê roj bi roj kêmtir dibin.
“Beton zêde dibe”
Berdevkê Komeleya Mutehîdan a Rihayê Bahrî Erbîl jî qala avahiyên qaçax kir û diyar kir:
“Mixabin di navbera 5 û 20 salên dawî de li ser piraniya erdan avahiyên qaçax tên lêkirin û beton zêde dibe.
Li gorî hinek xebatên li ser erdên çandiniyê tên kirin, heta salên 2050 û 2060î parselên bi mezinbûna 50 yan 100 donimî namînin.”
Riha bajarekî girîng ê çandiniyê ye û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piraniya berhemên wekî pembo, fistiq, nîsk, garis û genim li vî bajarî tên hilberîn.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), ji sedî 4,5ê tevahiya erdên çandiniyê yên Tirkiyeyê li Rihayê ne û Riha di rêjeya erdên çandiniyê de piştî Konya û Enqereyê bajarê sêyem e.