Qeyrana siyasî bandor li aboriyê jî kir
Stenbol (Rûdaw) - Qeyrana siyasî li Tirkiye ku bi dest ji karkêşana Ahmet Davutoglu û destpêkir, di heman demê de li ser dovîz û borsaya Tirkiye jî bandoreke neyênî dabû destpêkirin. Piştî ku navê serokwezîrê nû hate eşkerekirin li piyaseya fînansî jî rewşeke aramtir dest pê kir. Lê metirsiyên nû li holê ne û çavê esnaf û karmendan li atmosfera darayî ya navnetewî ye.
Berzbûna dolar û paşve çûna borsaya Tirkiye ku beriya kongreya AK Partiyê destpêkiribû, piştî kongreyê hewayeke aramtir nîşan dide. Dolar, bi destji kar kêşana Ahmet Davutoglu gihîştibû 3 lîreyan û li bazarê jî dêndariya li ser dolar zêde bibû.
Metirsiya ku wê dolar bihatir bibe bi dawî nehatiye û nezelaliya siyasî jî bandora xweya li ser aboriyê didomîne.
Aborînas Prof. Hayrî Kozanoglû ji Rûdawê re diyar kir ku aboriya Tirkiye bi pirsgirêkên cidî yên binyatî ve rû bi rû ye û wiha got: “Çaverê ye ku enflasyon di mehên pêş de berz bibe. Dîsa bihabûna dovîz jî egeriyeke mezin e. Hikûmete maqûl jî nikare aboriya Tirkiye bigîhêne aramiyeke rast. Sermaye ya biyanî hêdî hêdî ji Tirkiye derdikeve. Tevî kaosa polîtîk a li Tirkiye, em bi rehetî dikarin bêjin ku havîneke pir germ li pêşiya Tirkiyê ye.”
Ji ber ku danûstandinên aborî zêdetir bi dolar tên kirin û ew jî biha dibe, li bazara Tirkiye dêndarî zêde dibe û bizirê qeyraneke darayî ji niha de tê çandin. Li aliyê din bondora rewşa ragêş a siyasî jî her ku diçe li bazarê girantir dibe. Li gorî pisporan li gel vê rewşê egeriya zêdekirina faîzan a li cîhanê jî wê tehdeyeke mezin bigîhîne Tirkiye.
Nûnerê Komeleya Esnafên Kapali Çarşiyê Farûk Bektaş jî got: “Bi bûyerên terorî û qeyrana bi Rûsyayê re karên vir ji sedî 80 kêm bû. Li vê sûkê bi dehan dikan girtî ne. Tu caran li vê bazarê dikan vala nema ne. Xuya ye ku dê dolar bihatir bibe. Her ku hikûmet diguhire bandora wê li vir dibe. Xuya ye ku dê rewş xirabtir bibe û bi ya min vê havînê dê ji sedî 30 dikanên li vê bazarê bêne girtin.”
Esnafê bi navê Ûnal Yalçin jî anî ziman: “Ger ku Emerîka faîzan zêde neke rewş dê baştir bibe. Lê ku faîz zêde bibin wê rewş berv bi nebaşiyê ve here. Dolar dê ji 3 lîreyan rabire.”
Li aliyê din ji ber ku kesên weke Alî Babacan û Mehmet Şîmşek ku bixwe di warê aboriya navnetewî de xwedî tecrûbe ne di hikûmeta nû de cîh nagirin, wê di warê entegrasyona bi cîhanê re de jî pirsgirêkên nû li ber Tirkiyeyê bin.