Kurdistanê 34,4 milyon dolar wek heqdest da kompaniya Taqa

24-05-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Petrol Kompaniya Şamaran Kompaniya Taqa Kêlgeha Etroş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê 34 milyon dolar weke heqdestê meha 2 a îsal da kompaniya neftî ya Taqa.

 

Kompaniya Neftî ya Şamaran a Kandayê ku di kêlgeha neftî ya Etroş de kompaniya hevbeş e, di daxuyaniyekê de ragihand, ku kompaniya Taqa, kompaniya ku li kêlgeha Etroş dixebite, 34 milyon û 400 hezar dolar weke heqdestê meha 2 a îsal ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê wergirtiye.

 

Kompaniya Şamaranê herwiha ragihandiye, ji wê 34 milyon dolarî, 15 milyon dolar ji bo heqdestê hinardekirina petrolê di vê mehê de ye.

 

Li gorî daxuyaniya Şamaranê, 19 milyon û 400 hezar dolar ji wî pereyî jî bo xerciyê wê boriyê ye, ku ji kêlgeha Etroş ve ber bi boriya sereke ya hinardekirina petrola Kurdistan-Ceyhanê ve hatiye rakişandin.

 

Kêlgeha Etroş, kêlgeheke nû ya petrolê ye li Herêma Kurdistanê ku ji sala bihorî ve di vê kêlgehê de dest bi berhemanîna petrolê hatiye kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst