Zêr dîsa rekor şikand û asta psîkolojîk derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zer asta psîkolojîk û hestiyar a 4 hezar û 500 dolarî derbas kir û piştî vebûna bazarên Asyayê derket 4 hezar û 524 dolaran.

Niha onseke zêr bi nêzikê 4 hezar û 490 dolarî tê firotin.

Bi bilindbûna îro ya bihayê zêr re, rêjeya qezenca îsal derket ji sedî 72yan.

Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Mizuho Securitiesê li ser mijarê ragihand:

"Bilindbûna bihayê zêr û kanzayên din nîşana zêdebûna daxwaza ji bo wan samanan e ku wekî mertalekê li dijî daketina bihayê dolar tê dîtin."

Endeksa dolar ku bihayê dolar li hemberî şeş pereyên sereke yên cîhanê diyar dike, ji serê îsal ve heta niha ku em ber bi dawiya salê ve diçin bi rêjeya ji sedî 10an daketiye.

Eger pêşbîniyên ji bo kêmkirina faîzê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve di meha bê de rast derkevin, bi îhtimaleke mezin dê bihayê dolar kêm bibe û bihayê kanza û kel û pelan bilind bibe.