Zêr dîsa bi firê ketiye

5 demjimêr berê
Nîşan Zêr Ons Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê bilind bû.

Onseke zêr îro ji ber zêdebûna xwesteka bazirgan û veberhêneran, bi rêjeya ji sedî 0,5 bilind bû û asta 5 hezar û 180 dolarî derbas kir.

Zêr wekî stargeheke ewle

Bihayê zêr doh ji sedî 1 daketibû lê îro kirîna zêrê ku wekî “stargeheke ewle” tê dîtin ducare bihayê wî bilind kir.

Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê Capital.comê Kyle Roda li ser mijarê got:

"Vebûna bazarên Çînê ya piştî betlaneya sersalê û nezelaliya li ser siyaseta Amerîkayê, xwesteka kirîna zêr zêde kiriye."

Birêvebiriya Amerîkayê ragihand ku ew dixwazin ji sedî 15 baca gumrikê bisepînin.

Ev biryar piştî wê yekê hat ku Dadgeha Bilind a Amerîkayê bacên berê betal kiribûn.

Her wiha du berpirsên Banka Federal a Amerîkayê jî diyar kir ku di demeke kurt de nêta wan nîne ku siyaseta diravî ya bankê biguherin.

Pêşbîniya ji bo paşerojê

Kyle Roda da zanîn ku bihayê zêr ji bo bilindbûneke zêdetir guncav e, bi taybetî jî eger siyaseta bazirganî û derve ya Amerîkayê bi vî awayî bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst