Tirsa şerê Amerîka û Îranê petrol biha kir
Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de bihayê petrolê îro careke din bilind bû.
Bihayê petrola brent a Deryaya Bakur 45 sentan bilind bû û bermîleke wê bi 71 dolar û 22 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî 42 sentan zêde bû û bermîleke wê jî bi 66 dolar û 5 sentan hat firotin.
Tê çaverêkirin ku dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de sibe li Cenevreyê berdewam bikin.
Eger ew dan û standin bi ser nekevin, egera êrişeke Amerîkayê ya li ser Îranê zêdetir dibe.
Ev yek jî dê bibe sedema astengkirina veguhastina petrola Kendavê.
Bihayê petrolê îna borî, gihîştibû asta herî bilind a 7 mehên dawî.
Divê were gotin ku Amerîkayê li Rojhilata Navîn hêzeke mezin kom kiriye û ev jî egera şerekî gengaz xurttir dike.