Zêr îro biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro piştî vekirina bazarên Asyayê ji sedî 2,56 bilind bû û onseke zêr bi 4 hezar û 590 dolarî hate firotin.
Ji aliyekî ve zêr biha dibe û li aliyê din petrol erzan dibe.
Ev yek bûye sedem ku dilgiraniyên li ser zêdebûna enflasyonê kêm bibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tehran di pêwendiyên li gel Washingtonê de cidî ye.
Ev yek jî bûye sedema daketina bihayê dolarê Amerîkayê.
Daxuyaniyên Trump û bandora dolar
Îro endeksa dolar a ku bihayê dolar ê li hemberî 6 diravên sereke yên cîhanê diyar dike, ji sedî 0,17 daket û vê yekê rê li ber bilindbûna bihayê zêr vekir.
Zêr îro biha bû lê hîn jî bihayê wî ji asta herî bilind a ku meha Kanûna Paşîn a îsal gihiştibûyê ji sedî 17 kêmtir e.