Zîv jî çav li zêr dike û berê wî li bihabûnê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Îro bihayê zîv mîna metalên din bilindbûna xwe domand û bihayê onseke zîv gihişt 73 dolaran.
Di sê rojên dawî de bihayê onsa zîv ji 63 dolaran derket gihîşt 73 dolaran û bi tenê îro 3 dolar hatin ser onsê.
Bandora dan û standinên Amerîka û Îranê
Li ser dan û standinên Amerîka û Îranê geşbînî heye û vê yekê jî kiriye ku zêr û zîv biha bibin.
Bi taybetî piştî ku Serokê Amerîkayê ragihand ku Îran di dan û standinan de cidî ye ev geşbînî ava bû.
Peymana li gel Îranê û îhtîmala bidawîhatina şer, dibe sedem ku dilgiraniyên li ser zêdebûna enflasyonê kêm bibin.
Ev yek dê bandorê li ser nêrîna Banka Navendî ya Amerîkayê ya derbarê polîtîkaya neqdî jî bike.