Pispor ji bo aboriya Sûriyeyê dilgiran in: Divê meaş werin zêdekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Şer di axaftina xwe ya Cejna Remezanê de mizgîniya aboriyeke baş da xelkê.
Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer got:
“Budceya ku ji bo sala 2026an hatiye pesendkirin bi 10 milyar û nîv dolarî tê texmînkirin.
Ev budce li gorî budceya sala 2024an nêzîkî 5 caran zêdetir bûye.
Ev destkeftiyeke gelekî mezin e ku me di nava salek û çend mehan de bi dest xistiye.”
Şoka aborînasan û bipêşketina kêm
Lê belê aborînas Eyad Caferî diyar kir ku ew bi wan amarên aborî şok bûye û anî ziman:
“Wekî piraniya kesên ku ji nêzîk ve rewşa aboriya Sûriyeyê dişopînin, ez jî bi wan amarên ku Serok behsa wan kir şok bûm.”
Li gorî pêşbîniyan, rêjeya bipêşketina rastîn a aboriya Sûriyeyê sala 2025an, di navbera ji sedî 1ê kêm û ji sedî 2,5ê herî baş de ye.
Bi dîtina pisporan, ev rêje bi serê xwe ji bo welatekî mîna Sûriyeyê wekî destkeftiyekê tê dîtin.
'Divê meaş ji sedî 50 werin zêdekirin'
Aborînasên Sûriyeyê derbarê vê geşbîniyê dilgiran û bi fikar in.
Mamosteyê Zanîngeha Helebê Dr. Ebdulezîz Sebax destnîşan kir ku aboriya Sûriyeyê di qonaxa borî de tenê pişta xwe bi alîkariyên derve û hewaleyên koçberan ve girêdida.
Dr. Ebdulezîz Sebax da zanîn:
“Niha ji bo ku aborî baş bibe, divê kesên teknokrat rewşê bi rê ve bibin.
Divê ew zanibin ka dê ji kîjan sektorî dest pê bikin.
Di heman demê de divê zêdekirina meaş bi rêjeya ji sedî 50 û baştirkirina sektorên bingehîn karê herî pêşîn be.”
Bipêşketina rastîn çi ye?
Pisporekî aboriyê jî li ser axaftina Ehmed Şer a derbarê bipêşketina aborî şiroveyek kir.
Wî pisporî got, dibe ku "bipêşketin" ji ber bihabûnê çêbibe, ne ji ber zêdebûna hilberînê.
Ev yek jî bi temamî li ser rewşa niha ya Sûriyeyê guncav e.
Pisporan diyar kir ku "bipêşketina rastîn" ew e ku bandora enflasyonê were dûrxistin û hilberîn zêde bibe.