Nediyariya bihayê zêr didome

Hewlêr (Rûdaw) - Zêr doh bilind bû lê li ser asta heftane cara yekem e di nava pênc hefteyên dawî de erzanbûnek qeyd kir.

Sedema sereke ya vê rewşê, dilgiraniyên derbarê enflasyonê û nediyariya çarenivîsa şerê navbera Amerîka û Îranê ye ku bazar xistine rewşa amadehiyê.

Roja înê bihayê her onsek zêr bi rêjeya ji sedî 0,7 bilind bû û gihîşt 4 hezar û 707 dolaran.

Di destpêka dan û standinan de bihayê zêr ji sedî 1 zêdetir bilind bûbû lê di nava vê hefteyê de bi giştî ji sedî 2 qîmetê xwe hinda kir.

Bihayê zêr di girêbestên paşerojê de yên ji bo meha hezîranê jî bi rêjeya ji sedî 0,4 bilind bû û bû 4 hezar û 741 dolar.

Bandora şer û girtina Tengava Hurmizê

Bihayê zêr meha adarê bi awayekî berbiçav daketibû. Şerê Amerîka û Îranê bûbû sedema xurtbûna dolar û tirsa enflasyonê, vê yekê jî bandoreke neyînî li ser daxwaza ji bo zêr kir.

Tevî ku êrişên leşkerî kêm bûne jî, Tengava Hurmizê hîn girtî ye.

Ev rewş dibe sedem ku hilberîner valahiyan tijî bikin û bala xwe bidin daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump.

Trump carinan ji bo bidawîkirina şer hêviya rêkeftineke dide, carinan jî gefa destpêkirina êrişan dixwe.

Hewlên dîplomatîk ên li Pakistanê

Çavkaniyên hikûmeta Pakistanê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî roja înê digihîje Îslamabada paytexta Pakistanê.

Eraqçî dê li ser pêşniyarên ji bo destpêkirina ducare ya dan û standinên aştiyê yên bi Amerîkayê re bişêwire.

Li aliyê din, Îsraîl û Libnanê agirbesta di navbera xwe de ji bo 3 hefteyên din dirêj kir.

Bazar li benda nûçeyên aştiyê ne

Stratejîstê bilind ê bazarê yê şirketa RJO Futuresê Daniel Pavilonis li ser vê mijarê got:

"Ji ber hemû nediyariyan, bazara zêr bi temamî di bin bandora sernivîsên nûçeyan de ye.

Nûçeyên niha nîşan didin ku Îran û Amerîka dixwazin ber bi cureyekî rêkeftina aştiyê ve biçin.

Bazar vê rewşê wekî rewşeke erênî dibîne û bihayê enerjiyê jî piçekî daketiye."