Petrola brent bi 105 dolaran tê firotin
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê doh li bazaran gelekî digihuerî. Di vê navberê de tê çaverêkirin ku Îran û Amerîka li Pakistanê dan û standinên rasterast bikin.
Bihayê bermîleke petrola brent bi guherîneke kêm bû 105 dolar û 33 sent. Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî ji sedî 1 zêdetir daket û bi 94 dolar û 4 sentan hat firotin.
Şandeya Amerîkayê digihîje Pakistanê
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt doh piştrast kir ku nûnerên Amerîkayê bi rê de ne.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff û Şêwirmendê Donald Trump Jared Kushner îro berê sibehê ji bo dan û standinên rasterast bi Îranî re digihîjin Pakistanê.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî eşkere kir ku ew serdana Îslamabad, Mesqet û Moskowê dike. Eraqçî got armanca wî hevahengiya nêzîk a bi hevbeşên wan re û rawêja li ser bipêşketinên herêmê ye.
Dorpêça li Tengava Hurmizê
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku agirbesta Îsraîl û Libnanê hatiye dirêjkirin. Her du aliyan li ser dirêjkirina agirbestê ya ji bo sê hefteyan li hev kiriye.
Tevî agirbesta Amerîka û Îranê ya ku didome, şer veguheriye dorpêça deryayî û Tengava Hurmizê hîn girtî ye.
Her du alî hewl didin guvaşeke aborî çêbikin da ku di peymanekê de berjewendiyên xwe biparêzin.
Zererên aborî û dilgiraniyên enerjiyê
Banka Commonwealth a Awistralyayê diyar kir ku lêçûnên girtina tengavê zêde dibin.
Wê bankê di peyamekê de nivîsî,“Her ku tengav ji bo demeke dirêjtir girtî bimîne, lêçûnên aborî zêdetir dibin.”
Beriya şer rojane nêzîkî 20 milyon bermîl petrol di wê rêyê re derbas dibûn. Şarezayên bazarê dibêjin ku dibe ku Amerîka ji ber lêçûnên siyasî û aborî gava bi paş ve biavêje.
"Gefa herî mezin a dîrokê"
Serekê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiyê Fatih Bîrol ji bo kanala CNBCyê daxuyaniyek da.
Bîrol amaje bi metirsiyan kir û got, “Em rûbirûyî mezintirîn gefa asayîşa enerjiyê ya dîrokê ne.”
Bîrol eşkere kir ku heta îro rojane 13 milyon bermîl petrol winda bûne.
Fatih Bîrol her wiha bal kişand ser wê yekê ku di dabînkirina kel û pelên sereke de pirsgirêkên mezin hene.