Hêviya lihevhatinê geş bû, zêr biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro ji ber daketina bihayê dolarê Amerîkayê, bi rêjeya ji sedî 1 bilind bû.
Veberhêner û bazirgan jî bi geşbînî li îhtimala peymana di navbera Îran û Amerîkayê de dinêrin.
Ev yek îro, di roja ewil a vekirina bazaran de bû sedema daketina bihayê petrolê û dolarê Amerîkayê.
Zêr biha bû
Bihayê zêr îro piştî ku bi rêjeya ji sedî 1,1 bilind bû, onseke wî bi 4 hezar û 560 dolarî hat kirîn û firotin.
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser vê mijarê eşkere kir:
"Donald Trump bazar ji bo peymana di navbera Amerîka û Îranê û vekirina Tengava Hurmizê geşbîn kir."
Wî şîrovekarî anî zimên ku ev yek bûye sedem ku bihayê zêr zêde bibe.