Petrol daket asta herî kêm a du hefteyên dawî
Hewlêr (Rûdaw) - Îro di roja ewil a vebûna bazarên cîhanê de, bihayê petrolê daket asta herî kêm a du hefteyên dawî.
Bihayê bermîla petrola brentê a Deryaya Bakur 4 dolar û 75 sentan daket û bermîl bi 98 dolar û 83 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasa Amerîkayê (WTI) jî 4 dolar û 57 sentan daket û bermîl gihişt 92 dolar û 3 sentan.
Peyman û Tengava Hurmizê
Di navbera Îran û Amerîkayê de hinek nakokî mane lê bazirgan bi rêjeyeke zêde geşbîn in ku peymana vê carê bi ser bikeve.
Tê çaverêkirin ku ev peyman bibe sedema vekirina Tengava Hurmizê ku şahdemara aboriya cîhanê ye.
Donald Trump li ser vê mijarê ragihand, "Îran û Amerîkayê bi piranî li ser reşnivîseke lihevtêgihiştinê li hev kiriye ku dê bibe sedema vekirina Tengava Hurmizê."
"Ronahiyek li dawiya tunelê xuya dike"
Şîrovekarê şirketa şêwirmendiyê ya MST Marqueeyê Saul Kavonic li ser vê mijarê got:
"Tevî hemû guman û nezelaliyan jî, îhtimala peymana di navbera Îran û Amerîkayê de heye û ronahiyek li dawiya tunelê xuya dike."
Li gorî pisporan, piştî vekirina Tengava Hurmizê jî dê çend meh dem pêwîst be da ku dabînkirin û pêşkêşkirina petrolê li cîhanê asayî bibe.