Ukraynayê êriş kir, petrol biha bû
Hewlêr (Rûdaw) - Êrişên Ukraynayê yên li ser Rûsyayê bûn sedema bilindbûna bihayê petrolê çimkî metirsî li ser qutbûna hinardekirina petrola Rûsyayê çêbûye.
Vê sibehê, bermîleke petrola Brent a Deryaya Bakur 13 sentan biha bû û bi 67 dolar û 76 sentan hat firotin.
Bihayê bermîleke petrola sivik a Teksasê jî 17 sentan biha bû û bi 63 dolar û 73 sentan hat firotin.
Rayedarên Rûsyayê ragihand ku Ukraynayê êrişî santraleke atomî kiriye û şiyana hilberîna elektrîkê ya santralê kêm kiriye.
Her wiha di êrişan de termînaleke hinartina petrolê jî hatiye armanckirin.
Êrişeke dronan a Ukraynayê ev çar roj in hinartina petrola Rûsyayê rawestandiye ku rojane 100 hezar bermîl e.
Şirovekarê kompanyaya şêwirmendiyê (IG) Tony Sycamore got:
"Êrişên Ukraynayê yên li ser tesîsên petrolê yên Rûsyayê serkeftî bûne û vê yekê metirsiya qutbûna petrola Rûsyayê zêde kiriye."
Li aliyê din, Donald Trump gefên xwe yên li ser Rûsyayê ducare kirin da ku wê mecbûrî agirbestê bike.