Onsa zêr daket 3364 dolaran

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di dema vebûna bazarên Asyayê de ji ber bihabûna dolar daket.

Onsek zêr bi rêjeya ji sedî 0,2 daket û bi 3 hezar û 364 dolaran hat firotin.

Zêr erzan bû lê çaverêkirinên ji bo kêmkirina faîza bankê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve bûne sedem ku daketina bihayê zêr sînordar be.

Bihayê zêr di peymanên paşerojê de yên ji bo radestkirina di meha 12an a îsal de, bi rêjeya ji sedî 0,3 daket û bû 3 hezar û 409 dolar.

Îndeksa dolar ku bihayê dolar li hemberî pereyên din dipîve, îro bi rêjeya ji sedî 0,2 bilind bû û ji asta xwe ya herî nizm a di 4 hefteyên borî de dûr ket.

Vê yekê kirîna zêr a bi pereyên din kêm kiriye.

Birêvebirê Beşa Amûr û Kanan a City Bankê Matt Simpson li ser mijarê got:

“Li nêzîkî asta 3 hezar û 350 dolarî, piştgirî ji bo bihayê zêr heye û tê pêşbînîkirin ku bihayê zêr di demeke kurt de li hemberî vê astê hestyar be.”

Wî pisporî got, helwesta Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Jerome Powell a li ser wê yekê ku îhtimala kêmkirina faîza bankê heye, rê li ber daketineke berbiçav a bihayê zêr a di demeke kurt de digire.

Simpson her wiha ragihand, “Ji bo ku bihayê zêr zêdetir bilind bibe, divê amarên enflasyonê û bazara kar a Amerîkayê yên ku dê vê hefteyê bên belavkirin lawaz bin.”

Li gorî rapirsiyan, bazirgan niha şansê kêmkirina faîza bankê ya di civîna 17ê meha bê ya Banka Navendî de bi ji sedî 87 dibînin.

Kêmkirina faîza bankê piştgiriyê dide bihayê zêr çimkî ev yek dibe sedema daketina nirxê dolar.