TIRKIYE - Du kargehên mezin ên cilan top avêt

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Stenbol û Tekîrdagê yên Tirkiyeyê du kargehên mezin ên cilan ragihand ku wan top avêtiye.

Li Tirkiyeyê krîza aborî roj bi roj mezintir dibe û di serî de bandoreke xirab li sektora cilan jî dike.

Kargeha Lider Cansu Tekstîlê ya li parêzgeha Tekîrdagê û kargeha Ceres Tekstîlê ya Stenbolê berî demekê ji bo konkordatoyê (peymana ji bo dayîna deynan) serî li dadgehê dabû.

Lê dadgehê ji bo konkordatoyê rewşa darayî ya kargehan guncav nedît û derbarê her du kargehan biryara îflasê da.

Piştî biryara dadgehê pêvajoya fesixkirina her du kargehan dest pê kir û erkên komîserên konkordatoyê hatin bidawîkirin.

Îflasên van demên dawî metirsiya li ser sektora cil û bergan zêdetir kiriye.

Nûnerên sektora cilan dibêjin, zêdebûna xerciyan (bac, mûçe û madeya xav), kêmbûna daxwaza derve û peydanekirina derfetên darayî sedemên serekî yên topavêtinê ne.