Petrol îro piçekî erzan bû
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê hinekî daket.
Bihayê petrol brent a Deryaya Bakur îro 17 sentan daket û bermîla wê bi 63 dolar û 20 sentan hat kirîn û firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî 12 sentan daket û bi 58 dolar û 71 sentan hat firotin.
Îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê û biserneketina agirbesta di navbera Rûsya û Ukraynayê de doh bûbû sedem ku bihayê petrolê bi qasî ji sedî 1,3 bilind bibe.
Ev çend meh in bihayê petrolê di asteke nizm de ye û sedema vê yekê jî ew e ku tê pêşbînîkirin di dema navîn û dirêj de zêdehiya petrolê li bazaran hebe.
Deutscheya Banka Almanyayê pêşbînî dike ku sala bê rojane 2 milyon bermîl petrola zêdetir ji daxwazê bikeve bazaran.