Konsulê Holendayê: Pêwendiyên me yên bi Herêma Kurdistanê re gelekî xurt in
Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Holendayê yê Herêma Kurdistanê ragihand ku welatê wî dixwaze pêwendiyên xwe yên aborî bi Herêma Kurdistanê re bigihîne asteke nû.
Konsulê Giştî yê Holendayê yê Herêma Kurdistanê Adrian IJsselstijn ji Rûdawê re axivî û eşkere kir ku şandeyeke bazirganî ya ku ji 6 şirketên Holendayê yên pispor pêk tê, hatine Herêma Kurdistanê.
Adrian IJsselstijn got, "Em îro kêfxweş in ku komeke şirketên Holendayê yên sektora berhemên şîr li vir dibînin."
Konsulê Holendayê bal kişand ser stratejiya bingehîn a welatê xwe û got:
"Em dixwazin şirîkatiyên rastîn ava bikin. Di heman demê de em dixwazin ku bi hev re paşerojeke mezin û mayînde ava bikin."
Adrian IJsselstijn diyar kir ku serdana şandeya bazirganî ji bo xurtkirina pêwendiyên aborî û belavkirina wan li sektorên cuda, derfeteke bêhempa ye.
IJsselstijn tekez kir ku hevkariya heyî dê tenê bi sektora berhemên şîr re sînordar nemîne û wiha axivî:
"Niha hevkariyeke me ya xurt heye, wekî mînak gelek şirketên Holendayê yên çalak hene ku di sektora kartolan de serkeftinên berbiçav bi dest xistine.
Lê em dixwazin vê hîn jî berfirehtir bikin. Em dixwazin ev hevkarî di sektora berhemên şîr, enerjiya nûjenbar û teknolojiyên birêvebiriya çavkaniyên avê de jî hebe.
Hebûna van derfetan li vir ji bo me gelekî hêja ye."
Qebareya bazirganiyê 6 milyar euro ye
IJsselstijn amaje bi qebareya giştî ya pêwendiyên bazirganî kir û tekez kir ku Holenda yek ji hevkarên herî girîng ên bazirganî yên Îraq û Herêma Kurdistanê ye û got:
"Holenda hevkarê 6emîn ê bazirganî yê Îraqê yê li cîhanê ye û yekemîn ê li Ewropayê ye. Qebareya me ya bazirganiya salane digihîje 6 milyar euroyan.”
Konsulê Gişt yê Holendayê her wiha bal kişand ser rola Herêma Kurdistanê ya di vê bazirganiyê de û diyar kir ku bi taybetî para di sektora çandiniyê de xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Wî li ser vê yekê jî wiha got, “Ez difikirim ku bazirganiya di warê çandiniyê de ya bi Herêma Kurdistana Îraqê re salane derdora bi dehan û bi sedan milyon euroyan e.
Çimkî ev hevkarî derfeta kar diafirîne, ewlehiya xwarinê peyda dike û aboriyê cihêreng dike.
Ev jî ji bo me hemûyan destkeftiyeke mezin e."