Bexda sîstema gumrikê diguhere: Gumrika pêşwext tê

Hewlêr (Rûdaw) - Bexdayê dest bi bicihanîna rêbaza gumrika pêşwext a wan kel û pelan kiriye ku bi rêya Banka Navendî tên hawirdekirin û di sîstema "ASYCUDA"yê de hatine qeydkirin.

Bêyî ku gumrika wan pêşwext were dayîn rê nayê dayîn ku kel û pel di deriyên sînorî re derbas bibin.

Ev mijar ji bo wan şirketên ku bi rêya Deriyê Îbrahîm Xelîl û bi sûdwergirtina ji dolara Banka Navendî kel û pelan hawirde dikin, dibe sedema pirsgirêkan.

Berpirsekî bankekê got ku eger heye ev rêbaz pirsgirêkan ji bo wan kel û pelan derxe ku ji Tirkiyeyê û bi rêya Herêma Kurdistanê tên hawirdekirin.

Gumrika pêşwext

Li gorî nivîseke Desteya Gumrikê ya Îraqê ku ketiye destê Rûdawê, ji îro ve li deriyên sînorî yên Îraqê dest bi karkirina bi rêbazên gumrika pêşwext tê kirin.

Ev sîstem dê bi awayekî temam ji 1ê Kanûna Pêşîn a 2025an ve dest pê bike.

Di nivîsê de hatiye gotin ku ev rêbaz dê bi hevahengiya li gel Banka Navendî ya Îraqê be ku şirketên hawirdekar bi rêya wê dolaran bi bihayê fermî dikirin da ku kel û pelan bînin.

Herêma Kurdistanê hê neketiye sîstemê

Ev rêbaz pişta xwe bi zanyariyên nav sîstema ASYCUDAyê girê dide ku sîstemeke cîhanî ya taybet bi yekxistina zanyariyên bazirganî ye û li Îraqê tê bicihanîn lê heta niha Herêma Kurdistanê neketiye nav vê sîstemê.

Birêvebirê Şirketa Ark Starê ya Veguhastina Navneteweyî Hamî Herkî ji Rûdawê re got:

"Berê gumrika kel û pelên hawirdekirî li deriyan di dema derbasbûnê de dihat dayîn lê li gorî vê biryara nû, her kel û pelên ku were hawirdekirin, berî ku bigihe deriyê sînorî divê gumrika bar li birêvebiryên gumrikê were dayîn da ku di sîstema ASYCUDAyê de rê bi derbasbûnê were dayîn.”

Sîstema ASYCUDAyê, birêvebiryên bac û gumrikê û Banka Navendî bi hev ve girê dane.

Li ser bingeha zanyariyên kel û pelên hawirdekirî, gumrik ji hawirdekar tê wergirtin û Banka Navendî tê agahdarkirin da ku rê bide hatina kel û pelan."

Deriyê Îbrahîm Xelîl, yekane deriyê Herêma Kurdistanê ye ku kel û pelên ku Banka Navendî dolar bi nirxê fermî ji bo wan terxan kiriye.

Sîstema zanyariyên pêşwext a gumrikê vî deriyî li xwe nagire.

Birêvebirê Şirketa Ark Starê her wiha got, “Ew kel û pelên ku ji Tirkiyeyê tên hawirdekirin û diçin navîn û başûrê Îraqê, li xalên kontrolê yên Mûsil û Kerkûkê ferqa gumrikê ji wan tê wergirtin."

Eger di pênaseya gumrika Îraqê de gumrika malekî 150 dolar be û li Herêma Kurdistanê 100 dolar jê hatibe standin, li van her du xalên kontrolê tenê 50 dolarê mayî tê standin.

Rêbazên nû û bandora wan

Ji 1ê Kanûna Pêşîn ve eger hawirdekar zanyariyên pêşwext ên gumrikê nede bankê dolaran ji bo hawirdekirinê nayê şandin.

Divê ew zanyarî di sîstema ASYCUDAyê de hatibin pesendkirin.

Eger ev rêbaza wekî xwe were bicihanîn, ji 1ê Kanûna Pêşîn ve ti şirket nikare bêyî gumrika pêşwext kel û pelan di Deriyê Îbrahîm Xelîl re hawirde bike bi awayekî ku sûdê ji kirîna dolaran ji Banka Navendî ya Îraqê wergire.

Li şûna wê, divê serî li kirîna dolaran li bazarê bide, ji ber ku gumrikên Herêma Kurdistanê ne beşek in ji sîstema ASYCUDAyê.

Birêvebirê Herêmî yê Banka Neteweyî ya Îraqê (NBI) Serwet Caf ji Rûdawê re got:

"Ne diyar e ku dê çawa miamele bi kel û pelên hawirdekirî yên li Deriyê Îbrahîm Xelîl were kirin, bi taybetî ku ji sedî 40 heta 50yî kel û pelên hawirdekirî yên ji bo Îraqê bi rêya vî deriyî ne."

Eger şeş meh di ser şandina pereyan re derbas bibe û kel û pel negihin xalên gumrikê yên Îraqê, bank tên agahdarkirin ku rêbazên yasayî bidin destpêkirin.

Hamî Herkî got, "Eger bar bi her sedemekê negihîje, baca gumrikê ya hatiye dayîn dişewite."

Zanyariyên pêşwext çawa tên pêşkêşkirin?

Pêwîst e manîfesta peymana bazirganî ya kel û pelên hawirdekirî were amadekirin ku tê de hejmar û dîrok, nav û navnîşana hawirdekar hebe.

Zanyariyên derbarê cureyên kel û pelan ligel miqdar û bihayê wan divê bên nivîsandin.

Ev zanyarî divê welatê berhemhêner, koda ASYCUDAyê û navê marqeyê li xwe bigirin.

Formeke elektronîk ji bo vê armancê heye ku divê hawirdekar dagire.

Serwet Caf li ser vê yekê gotm "Eger malê hawirdekirî bi malê ku zanyariyên pêşwext jê re hatine dayîn re hev negire, careke din destûr nayê dayîn ku şirket bi rêya Banka Navendî hawirde bike.

Eger gumrika pêşwext neyê dayîn jî destûr nayê dayîn ku mal derbas bibe."

Pîvana gumrikê diguhere

Biryar e ji sala nû ve, gumrika kel û pelên hawirdekirî yên ku di sîstema ASYCUDAyê de hatine qeydkirin li gorî curê kel û pelan were wergirtin.

Birêvebirê Ark Starê got, "Berê mîqdara gumrikê li gorî qebareya konteynerên ku digihîştin deriyên sînorî dihat standin lê ji sala nû ve dê li gorî cureyê mal bê standin.”

Hinceta vê rêbaza nû rêgirtina li lîstina bi kalîteya kel û pelan û zêdekirina dahata nederametî ya dewletê ye ku niha mehane nêzîkî trîlyonel dînar e.

Divê were gotin ku ji destpêka meha Çiriya Paşîn ve li Îraqê kar bi wergirtina ji sedî 5ê nirxê kel û pelên hawirdekirî wekî bac tê kirin û di vê yekê de jî pişta xwe bi wan zanyariyan girê didin ku di sîstema ASYCUDAyê de hatine qeydkirin.

Hamî Herkî her wiha da zanîn ku li gorî vê rêbazê eger şirketeke vê bacê nede, ji aliyê hikûmeta federal ve rûxseta wê nayê nûkirin.