Restorantên kurdî bûne bazareke mezin li Swêdê
Stockholm (Rûdaw)- Xwaringehên Sersing, Kurdistan, Sefîn, Newroz, Kerkûk, Nêrgiz û dehên din, ku her yek li navçeyeke girîng navdar in, dikevin xaneya xwaringeh û restorantên naskirî yên Stockholmê.
Kêm ji Kurdên niştecihên vî bajarî hene ku her serê heftiyekê yan her serê mehekê serdana yekê ji van xwaringehan nekê, ku li gellek senterên naskirî yên wek Şîşa, Akala, Şar Holmin û navendên din ên naskirî li vî bajarî hene. Ji pêvî Kurdan, Fars, Ereb, Swêdiyên resen û neteweyên din dikevin xaneya wan xelkên ku bi kêmanî heftiyê carekê divê serdana xwaringeheke kurdî bikin û kebab, qozî yan kufteyê bixwin.
Yek ji wan Kurdên ku bi nanxwarina li xwaringeha Sefîn mijûl e, ji Rûdawê re got: "Eger em gellekî birçî bin em qozî dixwin, eger na kebab. Bandora cudahiya xizmetguzariyê li ser hatina me ya vê derê heye."
Li restorantên vî welatî pêşî tu tîketa xwe dibirrî û nan dixwî. Bi baweriya Ehmed, vê û çend adetên din rewşeke mekanîkî wergirtine. Lê li restorantên kurdî yên Stockholmê ev cuda ye: " Li cem me ne wiha ye û buhayê xwarinê çiqasî dike tu ewqasî didî."
Goteborg ku bajarê duyem e li Swêdê, pirraniya niştecihên vî bajarî biyanî ne û hejmarek berbiçav ji wan Kurd in. Xwaringehên vî bajarî kêmtir pabendiyê bi van adet û etîketên li restorantên swedî dikin, wek Ehmed Heme Rehîm, ku yek ji kesên ku tên van xwaringehan e, dibêje: "Li vê derê bêhtir derfeta xapandinê heye, bêhtir derfet ji bo xwevedizînê ji kontrolê heye." Kesekî ku serdana van xwaringehan dike, ji Rûdawê got "Li Hewlêr û Silêmaniyê jî ev celeb ji xwaringehan nemane." Herwiha gellek ji kurdên wê deverê, li ser van xwaringehan dibêjin "Ne pak û ne paqijin." Lê li Stockholm, Koln û Berlînê rewş baştir e. Xwediyê xwaringeha Kurdistan jî li Stockholmê ji Rûdawê re got "Sed ji sedî em bi karê kontrola dewletê pabend in. Derfeta xapandinê jî nemaye."
Karê reş
Xwediyê xwaringeha Kurdistan ku di heman demê de hosteyê sereke yê xwaringehê ye, behsa wê yekê dike ku her rojê bêhtir ji 300 kesî serdana xwaringehê dikin. Ev jî li bajarekî wek Stockholmê mezinbûna vê bazarê dide xuyanê.
Wek di gellek warên din yên kar de, di restorantan de jî karê reş heye û kesekî nêzîk ji daîreya bacê ya Stockholmê ji Rûdawê re diyar kir ku bi giranî "du celebên karên reş hene; beşek ji wan nivîsandina dema kêmtir a kar ji bo xwevedizîna ji bacê ye. Beşê din jî kar tev reş e û xelkên wê jî bê qeyd û sîgorte ne."
Ereb û Fars mişteriyên sereke ne
Pirr caran ku mirov serdana wan xwaringehan dike, mirov hest dike ku li welatekî erebî ye û pirraniya tabloyan erebî ne. Ev jî serdankerên kurd gellekî dilteng dike, weke ku Ehmed got: "Ev tiştekî ne baş e. Tenî ji bo kişandina mişteriyên ereb e."
Fatîme Bexdadî ku jineke ereb e, li rêstoraneke kurdî li Stockholmê rûniştiye, ew dibêje: "Xwarina kurdî pak e, tendirust e û erzane jî, lewma em serdana vê derê dikin." Herwiha Yelîna ligel hevjînê xwe yê swêdî ji Rûdawê re gotin "xwarina kurdî giran e, lê pirr xweş e."