Piştî rekora dîrokî zêr bêhnek da: Rewşa dawî çi ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr çarşemê di dema girtina bazaran de bêhnek da û roj bi daketinê girt.
Ev yek piştî wê yekê hat ku zêr asta herî bilind a dîrokî tomar kiribû û asta hestiyar a 4 hezar û 500 dolarî derbas kiribû.
Bihayê zêr çarşemê bi rêjeya ji sedî 0,2 daket û roj bi 4 hezar û 477 dolaran girt.
Di peymanên paşerojê de onsa zêr bi 4 hezar û 525 dolaran tê firotin.
Şirovekarê şirketa Kitcoyê Jim Wyckoff li ser mijarê got, "Pêvajoya komkirina qezencê piştî derbaskirina asta herî bilind, bihayê zêr daxistiye."
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê serokekî nû ji bo Banka Navendî ya Amerîkayê hilbijêre ku faîza bankê daxîne.
Banka Navendî ya Amerîkayê îsal 3 caran faîz daxistiye û bazar pêşbînî dike ku sala bê, du carên din jî faîz were daxistin.