Petrolê 2025an daketina herî mezin a 5 salan tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê çarşemê di dema girtina bazaran de daket.

Bermîlek petrola brent a Deryaya Bakur 14 centan daket û bi 62 dolar û 24 centan hat firotin.

Bermîlek petrola sivik a Teksasa Amerîkayê jî 13 centan daket û bi 58 dolar û 29 centan hat firotin.

Bihayên petrolê 2025an piştî sala 2020î daketina herî mezin a salane tomar kir.

Zêdebûna dixwaza petrolê û pêşbîniyên hêdîbûna aboriya Amerîkayê zext li ser bihayên petrolê zêde kiriye.

"Bazara petrolê nekarî bertek nîşan bide"

Şirovekarê şirketa şêwirmendiyê ya IGyê Tony Sycamore li ser mijarê got:

"Bazara petrolê piştî zêdebûna pirsgirêkên jeopolîtîk ên têkildarî pêwendiyên di navbera Venezuela û Amerîkayê de jî, nekarî bertekeke berbiçav nîşan bide."

Îsaê heta niha bihayê petrola brent ji sedî 12 û bihayê petrola sivik a Teksasê jî ji sedî 18 daketiye.

Ev jî daketina herî mezin a salane ya bihayê petrolê ye piştî koronayê.