Rêveberiya Xweser budceya sala 2026an pesend kir
Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Yûsif diyar kir ku budceya sala 2026an milyarek û 577 milyon dolarên Amerîkî ye.
Hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûsif destnîşan kir ku piraniya budceyê ji bo bipêşxistina binesazî, perwerde, tenduristî û enerjiyê hatiye veqetandin.
Meclisa Gelan a Demokratîk 22yê Kanûnê budceya sala 2026an pesend kiribû.
Qanûn bi fermî derket û dê 1ê Kanûna Paşîn a 2026an bikeve meriyetê.
Hevserokê Desteya Darayî ya Rêveberiya Xweser Ehmed Yûsif li ser hûrgiliyên budceyê ji ANHAyê re axivî.
Ehmed Yûsif da zanîn ku Rêveberiya Xweser heman stratejiya budceya îsal di sala bê de jî meşandiye.
Yûsif diyar kir ku budceya sala 2026an ji yên berê bipêşketîtir e û got:
"Êdî her kantonek dikare roleke mezintir di siyasetên lêçûnê de bilîze û ji dahat û lêçûna xwe berpirsyar be."
Yûsif diyar kir ku mijarên wekî erkdarkirin, peydakirina çavkaniyên mirovî, lêçûnên mehane û diyarkirina çavkaniyên dahatê ji bo her kantonê, ji aliyê wê kantonê ve tê birêvebirin.
Dahata petrolê ji sedî 75 e
Yûsif derbarê çavkaniyên dahatên xezîneyê destnîşan kir ku beşeke mezin a dahatên petrolê ne, pişt re dahatên gumrikê û bacan tên.
Dahatên kantonan jî sala 2026an dê li çavkaniyên dahatên xezîneyê zêde bibin.
Ehmed Yûsif rêjeya dahatan wiha eşkere kir:
Dahatên petrolê: Ji sedî 75
Dahatên gumrikê: Ji sedî 10
Dahatên bacan: Ji sedî 3
Dahatên din: Ji xizmetên Rêveberiya Xweser (fatureyên kareba, av û meclisên dada civakî).
Di madeya 4an a qanûna budceya giştî de hat diyarkirin ku lêçûna texmînkirî milyarek û 577 milyon û 392 dolar e.
Di madeya 5an de jî hat diyarkirin ku kêmasiya texmînkirî 213 milyon û 750 dolar e.
"Niyeta me nîne ku em bacên nû derxin"
Yûsif destnîşan kir ku wan niyet nekiriye ku bacên nû derxin lê ew dê bacan bi rêxistin bikin û got:
"Ji bo çareserkirina kêmasiyê em dê li çavkaniyên nû yên dahatan bigerin û çavkaniyên heyî bi rêxistin bikin."
Yûsif anî ziman ku Rêveberiya Xweser di kêmkirina lêçûnê de siyasetên aqilane meşandine û pirsgirêkên meaş û "bêkariya nerast" çareser kirine.
Hevserokê Desteya Darayî da zanîn ku budceya 2026an, komunan di nava xwe de nahewîne.
Qanûna di vê mijarê de dê piştî ji nû ve birêxistinkirina komunan û amadebûna meclisên gel ên kanton, bajar û bajarokan were sererastkirin.
Yûsif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku zêdekirina meaşên karmendên saziyên Rêveberiya Xweser yek ji armancên sereke yên desteyê ye.