Bihayê zêr rekoreke nû şikand: Onsek bû 5 hezar û 90 dolar

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro di roja ewil a vebûna bazarên cîhanî de asta 5 hezar dolarî derbas kir û niha onseke zêr bi qasî 5080 dolarî tê firotin. Bihayê zêr heta 5090 dolarî jî dît.

Dilgiraniyên jeopolîtîk wekî sedema bihabûna zêr tên qebûlkirin ku bûye sedem bazirgan û hilberîner wekî "stargeheke ewle" berê xwe bidin kirîna zêr.

Bihayê zêr di girêbestên paşerojê de yên ji bo radestkirina meha bê, her onsek bi 5068 dolarî tê firotin. Bihayê zêr tenê ji destpêka îsal ve heta niha bi rêjeya ji sedî 17 zêde bûye.

Sedema vê zêdebûnê, ji xeynî gurtirbûna pirsgirêkên jeopolîtîk, kirîna zêr a ji aliyê bankên navendî ve û îhtimala kêmkirina faîza bankê ya ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve ye.

Şirovekarê şirketa rawêjkariyê ya "Capital.com"ê Kyle Rodda di vê mijarê de got, "Sedema dawî ya bihabûna zêr ji bo çend xeletiyên îdareya Amerîkayê tê vegerandin ku baweriya bi siyaseta aborî ya Amerîkayê ya li ser asta cîhanê lawaz kiriye."

Gefên Amerîkayê yên li ser sepandina pênaseya gumrikê ya ji sedî 100î bi ser Kanadayê de û sepandina pênaseya gumrikê ya ji sedî 200î bi ser hinek berhemên Fransayê de, baweriya bi siyaseta aborî ya Amerîkayê nehiştiye.

Van hemû gefan qîmetê dolarî kêm kiriye û bûne sedema bihabûna madenan.