Onsa zêr bi nêzîkî 5200 dolarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Zêr îro biha bû.

Sedema bilindbûnê nediyariya bacên gumrikê yên Amerîkayê û îhtimala têkçûna dan û standinên navbera Îran û Amerîkayê ye.

Bihayê onseke zêr îro piştî vebûna bazarên Asyayê ji sedî 0,5 bilind bû.

Bihayê onsekê xwe nêzîkî 5 hezar û 200 dolarî kir.

Şîrovekarê Şirketa Şêwirmendiya Darayî (OCBC) Christopher Wong li ser mijarê got:

"Nediyariyên siyasî û nediyariya li ser bacên gumrikê yên Amerîkayê bûne sedema daketina bihayê dolar.

Vê yekê kiriye ku bihayê zêr bilind bibe."

Ew şîrovekar difikire ku îhtimal heye bazara zêr di dema kurt de di çarçoveyeke sînordar de bimîne.

Li gorî wî, bazar metirsiyên jeopolîtîk hezim dike û bandorên wan kêm dibin.

Bandora Nvidiayê

Şirketa Nvidiayê ku şirketa herî mezin a cîhanê ye encamên darayî yên çaryeka dawî ya salê belav kirin.

Encamên şirketê ji texmînan baştir bûn.

Vê yekê di destpêka vebûna bazarên Asyayê de bihayê dolar bilind kir.

Lê piştî çend demjimêran sedemên jeopolîtîk ducare bihayê dolar kêm kir û piştgirî da zêr.